Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, 5ê vê mehê diçe Tirkiyeyê.
Şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de her ku diçe dijwartir dibe.
Di vê dema ku şer dijwar dibe de Antony Blinken dê bi armanca gotûbêjkirina şer û rewşa Xezeyê here Tirkiyeyê.
Li gorî ajansa fermî ya Tirkiyeyê, Blinken dê 5ê Çiriya Paşînê here Enqereyê û bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re bicive.
Tê pêşbînikirin ku di civînê mijarên wekî “rewşa mirovî ya li Xezeyê, agirbest û rêyên aştiya mayînde” werin guftûgokirin.
Blinken, piştî 7ê Çiriya Pêşînê ku şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kiribû, çûbû 7 welatên Rojhilata Navînê ku Îsraîl jî di nav wan de bû.
Di şerê Hemas û Îsraîlê de Tirkiye piştgiriyê dide Hemasê û Amerîka jî piştgiriyê Îsraîlê.
Amerîkayê serdan piştrast nekiriye
Li aliyê din, li gorî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, di bernameya Antony Blinken a Rojhilata Navîn de serdana Tirkiyeyê nîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse