Duran Kalkan li ser şerê Îsraîlê axivî

Hewlêr (Rûdaw) - Duran Kalkan li ser şerê Hizbulah û Îsraîlê got, “Navenda vî şerî li Tirkiyeyê ye.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKKyê Duran Kalkan got, “Tiştê ku niha mirovahî li Libnanê dibîne, ya ku rewşa matmayî ya Hizbulahê me jî berê dîtibû.”

Duran Kalkan ji Medya Haberê re li ser mijarên li rojevê axivî û li ser êrişên Îsraîlê got:

“Îsraîlê êrişeke welê kir ku mirov şok bûn. Xwest ku li hemberî wan kes tune be. Her tiştî bi kar tîne. Her tiştên ku divê qedexe bin.

Berê bi vî rengî nedihatin bikaranîn. Dihat astengkirin. Niha cîhan ketiye rewşeke bi vî rengî.

Rewşa Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ev e, nuqteya ku gihîştiye ev e. Divê her kes vê bibîne. Bê guman herî zêde ji aliyê faşîzma AKP-MHPyê ve tê bikaranîn.

Ji çekên kîmyewî heta bi bombeyên taktîk nukleerî. Yanî beşek ji van nehatin bikaranîn.

Mînak va ye ÎHA nedihatin bikaranîn. SÎHA berê qedexe bûn. Bikaranîn û firotina wan qedexe bû.

Niha kes nabe asteng û herî zêde dewleta Tirk bi kar tîne li dijî gerîlayên Kurd. Yanî mafê kesî nîne ku tiştekî bibêje.”

“Navenda vî şerî li Tirkiyeyê ye”

Duran Kalkan diyar kir ku navenda şerê li Rojhilata Navîn li Tirkiyeyê ye û li pey çû:

“Em nizanin bê wê çawa bi encam bibe (şer). Sûriye dê bibe asteng? Eger ji van dersê wergire Sûriye dê zêde nebe asteng.

Lê belê weke encam dixwazim vê bibêjim, min berê jî çend caran got. Bêguman wê nuqteya dawî li Qibrisê bê danîn. Navenda vî şerî li Tirkiyeyê ye.”