ÎSRAÎL - Bi hezaran kesan daxwaza agirbestê kir: ‘Dem nemaye!’

02-09-2024
RÛDAW
Nêzîkî 300 hezar kesî beşdariya xwepêşandanê kir
Nêzîkî 300 hezar kesî beşdariya xwepêşandanê kir
Nîşan Îsraîl Agirbest Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Tel Avîvê yê Îsraîlê xwpêşandaneke berfireh hat kirin.

Xwepêşander daxwaza ragihandina agirbestê û rêkeftina ji bo azadkirina dîlên di destê Hemasê de dikin.

Xizmê dîlekî Yar Kicht got:

“Dem nemaye. Em daxwazê ji hikûmeta xwe dikin ku rêkeftinê bike.

Em daxwazê ji hemû cîhanê, ji her kesî û ji her welatekî dikin bi me re bin.”

Nêzîkî 300 hezar kesî beşdariya xwepêşandanê kir lewma wekî xwepêşandanê herî mezin ê ji bo vê armancê tê hejmartin.

Xwepêşandan piştî ku doh artêşa Îsraîlê termên 6 dîlan li Xezeyê dîtibûn hat kirin.

Di merasîmên veşartina wan de hejmarek balyozên welatan jî amade bûn.

Balyozê Amerîkayê yê Îsraîlê Jacob Lu jî da zanîn:

“Em teslîm nabin û em dê ji bo rêkeftina derbarê dîlan û ragihandina agirbestê de di zextên xwe de berdewam bin.”

“Em hêvîdar in”

Zextên li ser hikûmetê yên ji bo rêkeftina bi Hemasê re mezintir bûne.

Rêxistina herî mezin a karkerên Îsraîlê Histadrot daxwaza greva giştî kir.

Bi rawestandina karên xwe yên Balafirgeha Ben Gorionê ya Tel Avîvê wan dest bi greva xwe kir.

Ji ber vê yekê jî hejmarek geşt hilweşiyan an jî hatin bipaşxistin.

Xwepêşanderekî bi navê Brono anî ziman:

“Em hêvîdar in gotûbêj berdewam bin û bigihên dawiyê.

Divê em her tiştî ji bo serkeftina gotûbêjan bikin.”

7ê Çiriya Pêşîna 2023yan 250 kes wekî dîl ketin destê Hemasê.

Heta niha candana 35 kesan ji wan hatiye piştrastkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst