PDK-S: Senaryoya Efrînê li rojhilatê Feratê dubare nabe
Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokrata Kurdistnê li Sûriyê (PDK-S) raportek derbarê navçeya Aram li rojhilatê Feratê bekav kir û ragihand ku senaryoya Efrînê li rojhilatê Feratê dubare nabe.
Di raporta xwe de, PDK-S radigihîne ku diyar e proseya “navçeya aram” bi hevtêgihiştin û hemahengî di navbera aliyên pêwendîdar de tê pêkanîn.
Li gor raportê, prose bi hevtêgihiştin û hemahengî di navbera Amerîka, Tirkiye, Rûsya, hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de tê pêkanîn.
Nîşana vê yekê jî ew e ku navçeya aram bajarê Qamişlo û balafirxaneya bajêr li xwe nagire ji ber ku hikûmeta Sûriyê li wan cihan heye.
Lewma ev prose dê bi şêweyeke aştiyane bê pêkanîn û tu êrîşên serbazî nayên encamdan û senaryoya Efrînê dubare nabe.