Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Ekrem Îmamoglu etîket kir û rexne li Erdogan girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Israel Katz derbarê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de peyamek belav kir û got, “Erdogan ji bo xatirê Hemasê Tirkiyeyê vediguherîne dîktatoriyê.”

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Israel Katz li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi zimanên Îbranî, Îngilîzî û Tirkî peyamek belav kir û rexneyên tund li Serokkomarê Tirkiyeyê girtin.

“Tirkiyeyê vediguherîne dîktatoriyê”

Katz, herwiha Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî li ser peyama xwe etîket kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê got, “Erdogan li hemberî sekna azad a hemû cîhanê, tenê ji bo xatirê piştevaniya kujer û tecawizkerêm Hemasê Tirkiyeyê vediguherîne dîktatoriyê.”

Israel Katz balkişand ser astengkirina tora medyaya civakî ya Instagramê ji aliyê Hikûmeta Tirkiyeyê ve û got:

“Li Tirkiyeyê Instagramê asteng dike ku 57 milyon bikarhînerên wê hene.

Ji ber ku atleteke Îsraîlî atleteke Tirk têk bir weşanên werzişê radiwestîne, gefa dagîrkirina welatekî demokratîk dixwe ku Tirkiye di warê serbazî de ligel ne aloz e û bi qutkirina peywendiyên bazirganî 6 milyar dolar zererê dide hinardekarên Tirk.”

Ekrem Îmamoglu etîket kir

Katz di berdewamiya peyama xwe de got, “Erdogan dewleta Tirk a xwedî şiyanên zanistî, çandî, teknolojîk û aborî tine dike.

Mîrata Ataturkê ku Tirkiyeyeke refah û pêşverş damezrandiye ji holê radike.

Em ji bo wan rojên ku hertişt tê de bixweşî bin hêvî bikin. @ekrem_imamoglu”

Îmamoglu bersiv da

Li aliyê din Ekrem Îmamoglu jî got, “Ez vê gotina ku heqaretê li alaya Komara Tirkiyeyê û Serokomarê wê dike bi heman awayî li we vedigerînim.

Em ji kesekî ku xwîna bi deh hezaran zarokan di destê wî de ye fêrî demokrasî û hiqûqê nabin.

Erê, dê her tişt pir xweş bibe. Dema ku Filistîn azad bû.”