Hûsî: Divê em bersiveke leşkerî bidin Îsraîlê

Hewlêr (Rûdaw) – Abdulmelîk Hûsî got, “Divê em bersiveke leşkerî bidin van tawanan ku bi awayekî bêşermane ji aliyê Îsraîla dijmin ve tên kirin.”

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye berê sibeha 31ê Tîrmehê li Tehrana paytexta Îranê hat kuştin.

Di serî de Hemas û Îran, gelek welat û aliyên siyasî dibêjin ku Îsraîlê Îsmaîl Heniye kuştiye.

Berdevekê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari ev angaşt red kirin lê dîsa jî gelek welat û komên çekdar wê tehdîd dikin.

“Dê bibe sedema zêdebûna alozî û tevliheviyan”

Abdulmelîk Hûsiyê ku lîderekî Hûsiyan e jî berê tîrê xwe da Îsraîlê û got:

“Divê em bersiveke leşkerî bidin van tawanan ku bi awayekî bêşermane ji aliyê Îsraîla dijmin ve tên kirin.

Ev sûcê tirsonek dê bibe sedema zêdebûna alozî û tevliheviyan.”