Bi 60 roketî êrişî Îsraîlê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Şeva borî ji axa Libnanê bi roketan êrişî bakurê Îsraîlê hat kirin.

Arteşa Îsraîlê ragihand ku êriş bi 60 roketî hatiye kirin û li bakurê Îsraîlê zengilên hişyariyê lê xistiye.

Li gorî daxuyaniya Îsraîlê, 15 ji wan roketan li hewayê hatine teqandin.

Li herêmê dema roket li hewayê ji aliyê sîstema parastina asmanî ve dihatin teqandin dengê teqînan hat bihîstin.

Heta niha saziyên fermî li ser hebûn an nebûna xisaran ti agahî nedane.

Medyaya Libnanê jî ragihand ku bi topan êrişî başûrê Libnanê hatiye kirin.

Ajansa Fermî a Libnanê (NNA) jî dabû zanîn ku li herêma Şemeayê malek bûye hedefa êrişan.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê diyar kiribû, êrişî maleke ku Sûriyeyî lê dijîn hatiye kirin û di vê êrişê de 3 kes hatine kuştin û 4 kes jî hatine birîndarkirin.

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye berê sibeha 31ê Tîrmehê li Tehrana paytexta Îranê hat kuştin.

Hizbulah û Îran piştî kuştina Îsmaîl Heniye gefan li Îsraîlê dixwin ku dê hefta wî hilînin.