Artêşa Îsraîlê: Me 3 dronên Hizbullahê xistin xwarê

02-07-2022
RÛDAW
Nîşan Artêşa Îsraîlê Dron Hîzbullaha Libnanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan 3 balefirên bêmirov ên Hîzbûllaha Lubnanê xistine xwarê.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan 3 balefirên bêmirov ên Hîzbûllaha Lubnanê dema ku li parzûngeha gaza siruştî ya li Deryaya Sipî çavdêrî dikirin, xistine xwarê.

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê firokeyeke bêfirokevan ji aliyê firokeyên şer ên F-16 û 2 jî bi mûşekên berevaniyê yên Barak-8 MiR-SAM hatine xistin.

Sîstema parastinê ya Barak-8 MiR-SAM ji bo parastina esmanî cara ewil ji aliyê Îsraîlê ve tê ceribandin.

Barak-8 MiR-SAM sîstemeke mûşekên erd-hewa ya menzîla navîn e ku karîne tehdîdên esmanî, di nav de balafirên şer, mûşek, helîkopter û balafirên bêmirov ên dijmin, heta 70 kîlometreyan bêbandor bike. Ev sîstem bi piranî li ser keştiyan tê bikaranîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst