Heyder Ebadî bo Tirkiyê: Ne erkê Iraqê ye şerê PKKê bike

02-07-2021
RÛDAW
Gerîlayekî PKKê li xaleke kontrolê ya li nêzîk Çiyayê Qendîlê di Hezîrana 2013 de. Wêne: Fazil Hewramî/Rûdaw
Gerîlayekî PKKê li xaleke kontrolê ya li nêzîk Çiyayê Qendîlê di Hezîrana 2013 de. Wêne: Fazil Hewramî/Rûdaw
Nîşan Iraq Heyder Ebadî PKK Tirkiye Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê berê yê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Nesir, Heyder Ebadî di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê re ragihand, “em naxwazin li Iraqê şerê PKKê bikin û ev yek ne erkê me ye. Ebadî herwiha divê PKK di nav sînorê Iraqê de weke “rêxistineke penaber” bimîne û got: “Em rê nadin PKK axa Iraqê bo xerabkariyê li dijî Tirkiyê bikar bîne.., Em wek Iraqê naxwazin ti milmilaneyek me ligel ti welatekî cîran hebe, bi taybetî Tirkiyê, û em naxwazin şer ligel bikin.”

Artêşa Tirkiyê ji 23ê Nîsana îsal ve operasyoneke nû di nav axa Başûrê Kurdistanê de û bi tyabet li sînorê parêzgeha Duhokê, bi binceta rûbirûbûna PKKê destpê kiriye ku heta niha berdewam e.

Ji xeynî şehîdbûn û birîndarbûna hejmkareke welatiyên Herêma Kurdistanê di encama bordûmana artêşa Tirkiyê de û zerargihandina bi mal û milkên xelkê navçeyên nêzîkî nvaçeyên birêveçûna operasyonan, şewitandina rûberekî zêde yê daristanan û têkçûna xwezaya Kurdistanê, artêşa Tirkiyê beşekî axa Herêma Kurdistanê jî xistiye jêr kontrola xwe.

Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî ku Serokê Hevpeymaniya Nesir e jî di hevpeyvîneke taybet a li gel Rûdawê de ku Şehyan Tehsîn pê re kiriye, têkildarî operasyonên Tirkiyê di nav axa Herêma Kurdistanê û pevçûnên di navbera hêzên wî welatî û PKKê de axivî.

Şehyan Tehsîn di vê hevpeyvînê de ji Heyder Ebadî re dibêje, 70 xalên serbazî yên Tirkiyê li nav axa Iraqê hene, û artêşa wî welatî bi kûrahiya 16 kîlometreyan di nav axa Herêma Kurdistanê de ye, Ebadî di bersiv de dibêje, ev mijar di serdema Seddam Hisên de jî hebû û sedema pirsgirêkê jî PKK ye.

Ebadî got: “Em rê nadin PKK axa Iraqê bo xerabkariyê li dijî Tirkiyê bikar bîne. Destûra Iraqê jî rê nade ku axa Iraqê bo destwerdana di ti weklatekî cîran de bikar bê. Eger PKK grûpek be yan tevgerek be wek penaber li Iraqê, ew divê wek penaber bimîne, lê nabe tevgera wan hebe û mêvandariya Iraqê bo zerarginhandina Tirkiyê bikar bîne, jiber di dawî de pirisgirêk bo me çêdibe û em dikevin milmilaneyê lige Tirkiyê. Em wek Iraqê naxwazin ti milmilaneyek me ligel ti welatekî cîran hebe, bi taybetî Tirkiyê, û em naxwazin şer ligel bikin.”

Gelek caran Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan di hinek helkeftan de bi awayekî diaxive ku dibe sedema dilgiraniya rayedarên Iraqê.

Roja 19ê Gulana 2021ê, Erdogan ligel hijmareke gencên welatê xwe civiyabû û gotibû, rûberê Tirkiyê ji 780 hezar kîlometreyî zêdetire, û bo vê aramncê jî ew li Iraqê ne.

Ebadî têkildarî vê mijarê ji Rûdawê re ragihand, ew ji daxuyaniyên berpirsên Tirkiyê dilgiran in û daxuyaniyên bi vî awayî seqayeke bê baweriyê di navbera herdu aliyan de çê dike.

Ebadî got: Li nav Tirkiyê hin nêrîn hene, grûp û nêrîn hene ku beşek ji axa Iraqê wek axa Tirkiyê dibînin, ku ev jî wîlayeta Mûsilê ye. Wîlayeta Mûsil ne tenê Mûsil e, Kerkûkê jî lixwe digire, û ji Kurdistanê berfirehtir e, Mûsil û Kurdistan û hinek navçeyên din e jî. Ev yek seqayeke bê baweriyê çê dike. Gelo armanc destbiserdegirtina wan navçeyan e? Lewra ez daxwazê ji berpirs û birayên xwe yên Tirk dikim, daku têbigihin ku dilgiraniyên Iraqê rasteqîne ne. Her hewlek bo êrîşkirina ser bakurê iraqê bi hinceta PKK bi nerîna min encameke berovajî jê derdikeve.

Heyder Ebadî helwêsta Enqerê xerîb dibîne, bi taybetî ku daxwazê ji Iraqê dike di şerê dijî PKK de alîkariya artêşa Tirkiyê bike û dibêje, “em naxwazin li Iraqê şerê PKKê bikin û ev yek ne erkê me ye, jiber (PKK) grûpek e Tirkiyeyî ye, lewara çima em pê re şer bikin.”

Serokwezîrê berê yê Iraqê daxwazê ji berpirsên Tirkiyê û PKK jî dike dest ji Şingalê berdin û navçeyê û xelkê wê rûbirûyî pirisgirêkeke din nekin.

Heyder Ebadî di vê derbarê de got: “Rê nayê dank u Şingal bikeve nav milmilaniyeke herêmî, û ji ber wê banga min li trikan û PKK û YPG li Sûriyê ev e, rê nayê dan destdirêjî li axa Iraqê bê kirin di vê milmilaniyê de, Şingal a xelkê Şingalê ye û nabe rikeberiya navbera Herêmê (Kurdistan) û Bexdayê jî nabe li ser Şingalê be. Divê me ji bo xizmeta xelkê wê jibo ku di aştiyê de bijîn, hevkar bin û meyleke navdewletî jî jibo alîkariya wan heye piştî tişta ku bi serê wan hat. Lê di nebûna ewlehî û aramiyê de, dê çawan bikarin alîkariyan nîşteciyên wê bikin jibo ku evgerin navçeyên xwe.”

Ebadî di beşeke din a axaftina xwe de, amaje bi wê yekê kir ku “di sala 2014an de, Tirk ji rêzgirtina min bo hewldanên PKKê yên jibo rizgarkirina hejmarek ji Êzidiyan li Şingalê ku korîdoreke ewle ber bi Kurdistanê ve vekirin, aciz bûn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst