Urdin êdî koçberên Sûrî wernagire

02-07-2018
RÛDAW
Nîşan Urdin Koçberên Sûrî Cumana Xenîma
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Hikûmeta Urdinê ragihand, ku amade ye alîkariyên mirovî pêşkêşî penaberên Sûriyê bike, lê ew rê nade ku êdî penaber derbasî nava Urdinê bibin.

 

Berdevka Hikûmeta Urdinê Cumana Xenîmat ragihand, ku welatê wan amade ye alîkariyên mirovî pêşkêşî penaberên Sûriyê bike, lê ew nikarin rêya derbasbûna penaberan ji bo nava welatê xwe vekin.

 

Cumana Xenîmat heriwha got jî, ku welatê wî rastî kirîzeke aborî hatiye, û karê wan ê herî giring parastina asayiş û aramiya Urdinê ye, ji ber vê yekê jî ew nikarin rê bidin welatiyên Sûriyê ku penaberî Urdinê bibin.

 

Her têkildarî wê mijarê, Wezîrê Derve yê Urdinê, Eymed El-Sefed sibê serdana Moksowê dike û bi hevtayê xwe yê rûsî, Sergey Lavrov re re bicive. 


Li gorî ku hikûmeta Urdinê ragihandiye, ku yek ji mijarên sereke yên hevdîtina wezîrê derve yê Urdinê li Moksowê, dê derbarê kirîza Sûriyê û kêşeya koçberên wî welatî be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst