Tirkiyê Firokexaneya Minnix û Minbic topbaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Tirkiyê Firokexaneya Minnix li herêma Şehbayê, sînorê Minbicê û nahyeya Şera ya Efrînê topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, şeva 1ê Hezîranê hêzên Tirkiyê Firokexaneya Minnix li herêma Şehbayê ku dikeve bakurê rojavayê bajarê Helebê topbaran kirine.

Di encama topbarana ser wê firokexaneya leşkerî de 2 serbazên artêşa hikûmeta Sûriyê birîndar bûne.

Li aliyekî din grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve gundê Keftir Entûn li navçeya Şera li başûrê Efrînê topbaran kirin.

Li gor çalakvanên xwecihî, piştî Erdogan duh Çarşembê ragihand ku ew dê êrîşî Minbic û Til Rifetê bikin ku di bin kontrola HSDê û hêzên Kurdî de ne, karwaneke hêzên Rûsyayê bi wesayitên xwe yên zirxî gereke serbazî li navçeyên Kefir Nsih û Kefir Naya li derdora bajarokê Til Rifetê pêk anîn.

Minbic jî hat topbarankirin

Hêzên Tirkiyê herwiha roja 1ê Hezîranê gundên Ewn el-Dadat û el-Mihsinlî li bakurê bajarê Minbicê li rojhilatê Helebê topbaran kirin.

Lê heta niha derbarê zirarên topbaranê de ti zanyarî nehatine belavkirin.

Roja 29ê Gulanê jî, hêzên Tirkiyê gundên el-Yanlî û el-Seyade li bakurê rojavayê Minbicê topbaran kiribûn.