Şer û pevçûnên navbera artêş û hikûmeta Lîbyayê berdewam in

Hewlêr (Rûdaw) – Tevî hewldanên navdewletî yên ji bo rawestandina şer li Lîbyayê, şer û pevçûnên navbera artêşa Lîbyayê û hikûmetê hêj berdewam in.

 

Hêzên ser bi hikûmeta Lîbyayê di van çend rojên dawî de li deverên li derveyî Trablusa paytext, rûbirûyî artêşa niştimanî ya welatê xwe ya bi serokatiya General Xelîfe Hefter bûne.

 

Li gor gotina fermandarên leşkerî yên ser bi hêzên hikûmetê, hêzên wan karîne di van demên dawî de çend dever ji destê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê derxin û hêzên General Hefter bidin paşvekişandin.

 

Herdu Artêşa Hikûmetê û Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê niha hêzeke mezin li derdora Trablusê kom kirine û her roj rûbirûbûn di navbera wan de diqewimin, hikûmeta Lîbyayê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê piştevanîkirin.