Çar welatên Erebî hewl didin Sûriyê vegerînin nav Komkara Erebî

02-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Niha gelek welatên Erebî dixwazin Sûriyê vegere nav Komkara Erebî, lê hejmarek welat jî li dijî wê yekê ne, yek ji wan Qeter e.

Li paytexta Urdinê bajarê Emmanê civîneke çar alî hat sazkirin bi armanca vegerandina Sûriyê bo nav himbêza cîhana Erebî.

Wezîrê Derve yê Urdunê Eymen Sefedî got: “Nabe rewşa niha ya Sûriyê bi vî awayî berdewam bibe. Ew metoda di çend salên borî de hatibû kirin derbarê çareserkirina krîzê de ti berhem bidest nexist, tenê wêrankariyeke zêde li pey xwe anî. Bi giştî ev civîn destpêka rêyeke siyasî ye bi serokatiya welatên Erebî daku bigihin çareseriyekê bo vê krîza siyasî.”

Di vê civînê de her yek ji Urdun, Siûdiye, Iraq û Misir li ser hejmarek dosyeyên siyasî, ewlehî û mirovî yên taybet bi çareserkirina krîza 12 salan li Sûriyê lihev kirin, ji wan bidawîanîna terorê û grûpên çekdar, ferzkirina desthilata hikûmeta Sûriyê li ser hemû navçeyan, nehiştina çavkaniyên maddeyên hişbir û qeçaxçîtiya wan, rêdan bo vegera penaberên Sûrî, çareserkirina rewşa koçberan û destpêkirina karên komîteya nivîsîna destûrê.

Eymen Sefedî herwiha got: “Em balê dikşînin ser wê yekê ku alîkariyên mirovî bo hemû wan kesan dabîn bikin ên hewcedar, birayên me yên Sûrî li hemû navçeyan. Herwiha me bi hûrgilî behsa maddeyên hişbir kir ku ne tenê gefê li ser welatên cîranên Sûriyê çêdike, lê bo hemû navçeyê jî."

Di çend salên borî de, hejmarek welat ji wan Îmarat, Behrên, Misir û Tûnisê peywendiyên xwe ligel Sûriyê asayî kirine, lê têbîniyên hinek welatan li ser asayîkirinê hene, ji wan jî Qeter.

Wezîrê Derve yê Qeterê dibêje, helwesta wan derbarê vê yekê de zelale û ew li djî vegera Sûriyê ne ji bo nav komkara Erebî ne.

Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed Bin Ebdurehman Bin Casim Al Sanî jî got: “Destpêkê tiştek li ser masê nîne, tenê gotin in, tenê em dibînin û dibihîzin, derbarê dewleta Qeterê de, me helwêsta xwe zelal kiriye.”

Piştî derketina krîza Sûriyê di sala 2011an de, ji ber serkutkirina welatiyên wî welatî ji aliyê desthilata Şamê ve, Komkara Erebî endamtiya Sûriyê cemidand ku ji ber wê krîzê zêdeyî 350 hezar welatiyên sivîl hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst