Tenê di Nîsanê de Lubnanê 168 penaxwazên Sûrî dersînor kirine

02-05-2023
RÛDAW
Nîşan Lubnan Koçberên Sûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Lubnanê guvaşa hikûmetê li ser penaxwaz û koçberên Sûrî zêde bûne û berpirsên Lubnanî dest bi desteserkirin û dersînorkirina penaxwazên tomarnekirî kirine.

Li bajarê Terablusê ya Lubnanê, penaxwazên Sûrî di rewşeke zehmet û xirab de ne, ji ber ku hikûmeta Lubnanê zextên xwe li ser wan zêde kirine.

Beşekî penaxwazan bi hinceta derxistina tevliheviyê tên dersînorkirin.

Mihemed, penaxwazekî Sûrî yê li Lubnanê dibêje: “Xelk li vê derê hemû bi awayekî rêkûpêk li gor yasa û sîstemê tevdigerin. Ew kesên ku yasayê binpê dikin gelekî kêm in. Lewra nabe xelkekî zêde ji ber xeletiyên çend kesan bên cezakirin, dibêjin Sûrî li vir xirabiyê dikin, lê ev yek ne rast e.”

Li gor rêxistinên mafên mirov, tenê di meha Nîsanê de 168 kes ji Lubnanê bo Sûriyê hatine vegerandin. Hevdem ew rêxistin dibêjin artêşa Lubnanê heta niha nêzîkî 450 penaxwazên tomarnekirî desteser kirine.

Neteweyên Yekbûyî jî dibêje, artêşê di meha Nîsanê de 13 caran bi ser kamp û komelgehên penaxwazên Sûriyê de girtiye.

Um Elî, penaxwaza Sûrî ya li Lubnanê jî dibêje: “Sond bi Xwedê em li vir di tirsê de dijîn. Ew tirsa ku me li Sûriyê dît niha em li vir careke din dibînin. Doh artêş hat û kesek desteser kir. Li vir rewşa her kesekî xirab e.”

Li gor berpirsên Lubnanê, nêzîkî 2 milyon penaxwazên Sûrî li Lubananê hene, ku tenê 805 hezar û 326 penaxwaz ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatine tomarkirin.

Penaxwaz dibêjin li kampan jî rewşa wan a mirovî tevlihev e. Bi awayekî her malbatek mehane tenê nêzîkî 50 dolaran werdigire.

Ebû Ezîz, penaxwazekî din ê Sûrî yê li Lubnanê dibêje: “Kes nikare vê rewşê tehamûl bike, lê em neçar in li vir bimînin daku bijîn. Herçiqas ew alîkariya digihê me jî têra me nake. Em nikarin vegerin Sûriyê jî ji ber wê rewşa ku lê heye. Eger rewş baş bûya, her sibe vedigerin.”

Dersînorkirina bi zorê bû sedema nerazîbûna penaxwazan. Di destpêka vê hefteyê de bi hezaran xwepêşander li dijî vê biryarê daketin ser cadeyan û ew biryar şermezar kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst