Penaberên Sûrî ji Sûdanê derbider dibin

Hewlêr (Rûdaw) - Bi dehan hezar kes li Bendera Port Sûdanê çavê wan li misogerkirina kursiyekî ye di nav keştiyekê de daku ji şerê navxwe yê wî welatî birevin û xwe rizgar bikin. Yên herî bextreş penaxwazên Sûrî ne, ku ji tirsa şerê navxwe yê welatê xwe berê xwe dabûn Sûdanê, lê niha li wir jî ji ber şer direvin.

Koçberekî Sûrî yê li Sûdanê yê bi navê Kenan Mehmûd behsa rewşa koçberên Sûrî yên li Sûdanê dike û dibêje: “Em nêzîkî 3000, 4000 heta 5000 kes in. Hejmara xelkê li bender û kornîşê zêde ye. Xelk li ser erdê radizên, bi awayekî giştî, jin, zarok, pîr û nexweş in.”

Li gor Neteweyên Yekbûyî, zêdeyî 90 hezar penaxwazên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê li Sûdanê dimînin.

Niha piraniya wan bexçikên xwe pêçane û berê xwe dane Bendera Sûdanê, bi hêviya cara dawî li cihekî silamet bimînin.

Mihemed Amir Mistefa, koçberekî din ê Sûrî dibêje: “Em li vir li cihekî rûniştî ne, Xwedê xêra wan qebûl bike, ku cih bo me dabîn kirine, lê em li ser erdê rûniştî ne û hemû kesên li vir ji cihên dûr hatine, piraniya me ji Xertûmê hatine.”

Xelk bi hêvî ne li keştiyê siwar bibin û nizanin dê li kuderê jî bicîh bibin, lê piraniya welatiyên biyanî vedigerin Sûdana Başûr, Çad, Misir, Siûdiye û Etyopiyayê.

Li gor Neteweyên Yekbûyî, ji ber şerê Sûdanê 528 kesan canê xwe ji dest dane, bi kêmanî 75 hezar kes jî derbider bûne.

Heta niha şeş agirbest di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Bilez de ku du aliyên nakok ên leşkerî yên wî welatî ne hatine ragihandin, lê belê 5 agirbestên berê serkeftî nebûne û hatine binpêkirin.

Piştî ragihandina agirbesta şeşem ku dê heta roja Çarşemê 3ê Gulanê bidome, xelk hewl didin xwe ji navçeyên şer rizgar bikin û xwe bigihînin cihên ewle, welatiyên biyanî jî hewl didin ji Sûdanê derkevin.