Li Filistînê xelk li dijî biryara Mehmûd Ebas daket kolanan

Hewlêr (Rûdaw) - Bi hezaran Filistînî ku gelek ji wan alîgirên Tevgera Hemas in, derketine kolanan, biryara Mehmûd Ebbas ji bo deregnxistina hilbijartinan protesto dikin.

15 sal in, hilbijartin li Filistînê birêve neçûne, vê carê jî, li ser axaftina Mehmûd Ebas hatin derengxistin.

Ev yek di demekê de ye, serokê Filistînê dibêje, Israîl nahêle Filistîniyên Qudsa Rojhilat deng bidin.

Mehmûd Ebbas, Serokê Filistînê, dibêje, “Me biryar dabû ku em mafên xwe bi giştî, li Qudsa Rojhilat a paytexta herdemî ya dewleta xwe, biparêzin. Mafê me hebe em hilbijartinên parlementoyê encam bidin. Berbijêrên me hebin û bangeşeya hilbijartinê jî li wan navçeyan encam bidin.”

Lê gotinên Mehmûd Ebbas, tûrebûna xelkê venemirand.

Alîgirên Tevgera Hemas dibînin ku Tevgera Fetih û serkirdeyê wan Mehmûd Ebas ditirsin weke hilbijartinên 2006an biser nekevin.

Tayif Qano, Serokê Tevgera Hemas, dibêje, “Îro xelk daketine kolanê ji bo ku tekeziyê li ser axaftina xwe bikin ku em ligel Orşelîm in. Xelk derketine kolanê ji bo ku biryara Mehmûd Ebbas ji bo tevlihevîkirina xwestek û daxwaza xelkê, herwiha daxwaza xwe ya yasayî û siruştî, di beşdarîkirinê di proseya demokrasiyê de, red bikin.”

Ti Filistîniyekî ku temenê wî li jêr 34 salan e, beşdarî di hilbijartinan de nekiriye.

Birêvrçûna van hilnbjartinan di vê rewşê de, ji bo Filistîniyan girîngiya wan heye.

Heta niha beşek ji fermanberên Kerta Xezzeyê kêşeya wan a mûçe heye.

Ji 2006an ve Kerta Xezeyê di destê Hemas de ye û Kerta Rojava jî li jêr destê Fetih e.

Xelkên herdu aliyan bûne qurbaniyên wan nakokî û dûberiya siyasî.

Çekên destên grûpên çekdar kêşeyeke Mehmûd Ebbas e, ku 15 sal in hewl dide, lê nikare ji wan bisitîne.

Li gorî lêkolînekê ku Peymangeha Waşinton kiriye, derengxistina hilbijartinên Filistîniyan girjiyên navxweyî yên Filistîniyan zêde dikin û dibe ku rewşa ewlehî ya Filistînê jî aloztir bikin. Ev metirsiyek e ku Josêp Borêl, berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê haydarî derbarê wê daye.