Amerîka: Divê tevahiya hêzên biyanî ji Sûriyê derbikevin

02-05-2020
Nûnerê Amerîkayê Bo Karûbarê Sûriyê helwesta welatê xwe ya derbarê Sûriyê de nîşan
Nûnerê Amerîkayê Bo Karûbarê Sûriyê helwesta welatê xwe ya derbarê Sûriyê de nîşan
Nîşan Amerîka Rojavayê Kurdistanê Sûriye James Jeffrey
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Amerîkayê Bo Karûbarê Sûriyê James Jeffrey ragihand ku helwesta welatê wî li hemberî hikûmeta Sûriyê nehatiye guhertin.

Nûnerê Amerîkayê Bo Karûbarê Sûriyê James Jeffrey di hevpeyvîneke rojnamevanî de helwesta welatê xwe ya derbarê Sûriyê de nîşan da û tekez kir ku li rojhilatê Feratê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hêzên sereke ne û hevpeymanên Amerîkayê ne.

James Jeffrey diyar kir ku  hebûna Amerîkayê, li rojhilatê Feratê dê berdewam be heta ku ew erkê xwe bi jinavbirina DAIŞê bi serî bikin û got: “Vekişîna bi temamî ji rojhilatê Feratê niha di ajandaya me de tuneye, ji ber ku hîn DAIŞ bi dawî nebûye.”

Jeffrey da zanîn ku hêzên serbazî yên Rûsî bi şêweyekî rasteqîn û mezin li rojihlatê Feratê nînin û tenê polîsên serbazî yên Rûsî hene û dewriyeyan pêk tînin.

Nûnerê Amerîkayê Bo Karûbarê Sûriyê herwiha tekez kir ku divê hêzên hemû welatên ku piştî 2011an derbasî nav xaka Sûriyê bûne ji wî welatî vekişin û got: “Divê hêzên Îranê ji tevahiya xaka Sûriyê vekişin. Vekişîna hêzan ji Sûriyê hêzên Amerîka, Îsraîl û Tirkiyê jî li xwe digire. Hêzên Rûsyayê berî 2011an li Sûriyê ne lewma vekişîna ji xaka Sûriyê hêzên Rûsî li xwe nagire.”

Di heman demê de Jeffrey anî ziman ku ew bi hemû şêweyî piştevaniya êrîşên Îsraîlê li nav xaka Sûriyê dikin û wiha pê de çû: “Em piştevaniya siyaseta sepandina sizayên aborî li ser rejîma Sûriyê dikin da ku xwe bide ber çareseriya siyasî. Helbijartinên serokatiyê li Sûriyê dê ne rewa bin. Divê hilbijartin di çarçoveya çareseriya siyasî de bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî bên kirin. Siyaseta me li hember rejîma Sûriyê nehatiye guhertin.”

Derbarê mijara koronayê de jî Jaffrey da zanîn ku zanyariyên temam derbarê koronayê de li bakurê rojhilatê Sûriyê li ber destê wan hene û ew zanyariyan derbarê koronayê li bakurê rojavayê Sûriyê ji Tirkiyê werdigirin, li navçeyên li jêr desthilata hikûmeta Sûriyê zanyarî derbarê koronayê li ba wan kêm in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst