Myles Caggins bo Rûdawê: DAIŞê êrîşî binkeyeke me kir

Hewlêr (Rûdaw) - Myles Caggins, Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê ji Rûdawê ragihand ku çekdarên DAIŞê êrîşî binkeya hêzên Amerîkayê li zeviyên Konoko li rojhilatê Dêrezorê kirine.

Çavkaniyên xwecihî ragihandibûn ku, roja înê, 1ê nîsanê, hejmarek çekdarên Rêxistina DAIŞê êrîşî binkeya hêzên Amerîkî li zeviya Konoko ya gazê li rojhilatê Dêrezorê kirine.

Li gor heman ajansan, hêzên Amerîkî bi çekên otomatîkî bersiva êrîşê dane û 4 çekdarên DAIŞê dîl girtine û ji bo binkeyeke hêzên Hevpeymaniya navdewletî veguhestine.

Di daxuyaniyeke taybet de bo Tora Medyayî ya Rûdawê, Myles Caggins, berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê, ev zanyarî piştrast kirin.