Erebistana Siûdî dixwaze Beşar Esed vexwîne Lûtkeya Komkara Erebî

02-04-2023
RÛDAW
Nîşan Erebistana Siûdî Lûtkeya Komkara Erebî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Erebistana Siûdî dixwaze Serokê Sûriyê Beşar Esed vexwîne Lûtkeya Komkara Erebî.

Sê rayedarên Erebistana Siûdî ku nexwestin navên xwe eşkere bikin, îro Yekşemê 2ê Nîsana 2023an zanyarî li ser planên Hikûmeta Erebistana Siûdî ragihandin ku Riyad dilxwaz e Beşar Esed vexwîne Lûtkeya Komkara Erebî ku biryar e di meha Gulanê de li Riyadê were lidarxistin.

Li gor wan çavkaniyan ku ji Reutersê re ragihandine, tê çaverêkirin ku Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Ferhan di hefteyên pêş de serdana Sûriyê bike û bi fermî vexwendnameya bide Esed.

Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî heta niha nûçe piştrast nekiriye û bersiva pirsên hin saziyên çapemeniyê jî nedaye.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Cemal Ruşdî li ser vexwendina Esed got, “Rêxistin ji hemû peywendiyên dualî yên di navbera welatên endam de ne agahdar e û ne li bendê ye ku berî vexwendinê û serdanê jî were agahdarkirin.”

Ji sala 2011an ve, ji dema destpêkirina xwepêşandanan ku veguherî şerê navxweyî û pevçûnên dijwar di navbera artêşa Sûriyê û grûpên çekdar de endamtiya Sûriyê di Komkara Erebî de hatiye rawestandin.

Berî niha Îmarata Erebî dest bi peywendiyên xwe yên bi Sûriyê re kiribû û balyozxaneya xwe li Şamê vekiribû.

Vegera Sûriyê wek endama 22emîn a Komkarê reftareke sembolîk e û guhertineke girîng di hevkêşeya herêmê de nîşan dide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst