Berpirsekî Supaya Pasdaran ku li Sûriyê hatiye kuştin Kurd û xelkê Sine ye

Hewlêr (Rûdaw) - Hat zanîn ku yek ji wan du endamên Supaya Pasdarên Îranê yên ku di êrîşên Îsraîlê yên ser Sûriyê de hatine kuştin, Kurd e û xelkê bajarê Qurwe yê parêzgeha Sineyê ye.

Ew şêwirmendê leşkerî yê Supaya Pasdaran ku tê gotin, Kurd e û xelkê parêzgeha Sineyê ye, navê wî Mîlad Heyderî ye û di 31ê Adara 2023an de li nêzîkî Şamê di encama êrişeke asmanî ya Îsraîlê de hatiye kuştin.

Li gor gotina Parêzgarê Sineyê, Mîlad Heyderî şêwirmendê leşkerî yê Komara Îslamî ya Îranê li Sûriyê bûye.

Piştî êrîşa 31ê Adarê, di destpêkê de tenê behsa kuştina Mîlad Heyderî dihat kirin, lê belê medyayên Îranê îro belav kirine ku di wê êrîşê de şêwirmendekî din ê Supaya Pasdaran ê bi navê Miqdad Mehqanî jî hatiye kuştin.

Li gor rapora malpera televîzyona Îranê, Miqdad Mehqanî sala 1991 ji dayik bûye û xelkê parêzgeha Gulistanê li bakurê Îranê ye. Li gor zanyariyên ku medyaya Îranê belav kirine, Mehqanî di êrîşa 31ê Adarê de bi giranî birîndar bûye û paşê ji ber giraniya birînên xwe canê xwe ji dest daye.

Parêzgarê Sine, Îsmaîl Zariî Kûşa û Nûnerê Qurwe li Parlamentoya Îranê Perwîz Ewsetî, bi helkefta Mîlad Heyderî du peyamên cuda belav kirine û ji bo malbata wî sersaxî xwestine.

Di salên bihorî de jî hejmarek endamên Supaya Pasdaran ên xelkê Kirmaşanê di şerên Sûriye û Iraqê de hatibûn kuştin.

Serê sibeha îro Yekşemê 2ê Nîsana 2023an, Ajansa Fermî ya Sûriyê SANAyê ragihand ku îro demjimêr 00:35an bi dema wî welatî, Îsraîlê ji bakurê rojhilatê Beyrûtê ve êrîşeke esmanî kiriye û çend pêgehên leşkerî li parêzgeha Himsê kirine armanc.

Ev jî dibe sêyem êrîşa Îsraîlê di dema kêmî çar rojan de, piştî ku di 30 û 31 Adarê de jî derdora Şamê mûşekbaran kiribû.

Li gor çavkaniyên xwecihî, di êrîşa nû de Îsraîlê hejmarek bingehên hêzên hikûmeta Sûriyê û hêzên çekdar ên nêzîkê Îranê kirine armanc. Heman çavkanî behsa wê yekê dikin ku dengê teqîneke mezin li bajêr hatiye bihîstin û agir bi navendeke lêkolînan a leşkerî ketiye.

Her li gor wan çavkaniyan, di êrîşê de pênc serbazên artêşa Sûriyê birîndar bûne, û ji xeynî wan “hejmarek çekdarên ser bi grûpên nêzîkê Îranê ve jî di wê navenda lêkolînan de hatine kuştin.”

Ev di demekê de ye ku di êrîşa 31ê Adarê de şêwirmendekî serbazî yê Supaya Pasdaran hatibû kuştin.

Roja 19ê Sibatê jî Îsraîlê bi firoke navçeyek li nêzîk paytexta Sûriyê kiribû armanc ku saziyên emnî yên Sûriyê lê bûn û herî kêm 15 kes hatibûn kuştin.

Ji sala 2011an ve ku şerê navxwe yê Sûriyê destpê kiriye, Îsraîlê bi dehan êrîşên esmanî bo ser hêzên hikûmeta Sûriyê û Hizbullahê û komên çekdar ên nêzîkî Îranê pêk anîne.