Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê li Qeterê got, “Em dixwazin pirsgirêka YPGyê bêyî rijandina xwînê were çareserkirin.”
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan çû Qeterê û li Dohaya paytext bi Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdurehman El Sanî re civiya.
Piştî civînê wezîrên karên derve yên Qeter û Tirkiyeyê konferanseke çapemeniyê ya hevbeş li dar xist.
Hakan Fîdan ragihand ku hewlên Birêvebiriya Şamê yên xwegihandina YPGyê û dîtina çareseriyekê berdewam in û got:
“Hêviya me ew e ku ev pirsgirêk bêyî rijandina xwînê were çareserkirin.
Wekî min got, em ji nêzîk ve dişopînin û şansê me nîne, em destûrê bidin terorê ku li Sûriyeyê xwedî cih be û berdewam be.”
Hakan Fîdan amaje pê kir ku pêwendiyên Tirkiyeyê yên di warê aborî, bazirganî û siyasî de bi Qeterê re gelekî baş in û ew hewl didin wan pêwendiyan di çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê de jî bi kar bînin.
Fîdan diyar kir ku yek ji mijarên ku wan di civîna xwe de gotûbêj kiriye mijara Sûriyeyê bû û anî ziman:
“Pêkanîna ewlehiyê li tevahiya Sûriyeyê girîng e.
Her wiha hatina ba hev a komên çekdar a di bin banê Artêşa Sûriyeyê de jî girîng e.”
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di temamiya axaftina xwe de da zanîn:
“Pêkanina ewlehiyê li temamiya Sûriyê girîng e. Herwiha hatina ba hev a grûbên çekdar di bin banê Artêşa Niştîmanî de jî girîng e.
Yek ji mijarên din ên ku hem ji bo Sûriyeyê û hem jî ji bo Tirkiyeyê girîng e rûbirûbûna terorê ye.
Helbet wekî ku di rûbirûbûna DAIŞê de divê di rûbirûbûna PKK û YPGyê de jî berdewam be.
Niha hewlên Birêvebiriya Şamê yên xwe gihandina YPGyê û dîtina çareseriyekê berdewam in.
Em wekî Tirkiyeyê vê yekê ji nêzîk ve dişopînin. Hêviya me ew e bêyî rijandina xwînê ev pirsgirêk were çareserkirin.
Wekî min got em vê yekê ji gelekî nêzîk ve dişopînin û şansê me nîne em rê bidin terorê ku li Sûriyeyê xwedî cih be û berdewam be.
Sedem çi dibe bila bibe. Di vê mijarê de hevahengiyeke me ya temam heye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse