
Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî / Wêne: Birêvebiriya Sûriyeyê
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî medyaya Erebistana Siûdî, Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer di serdana xwe ya yekem a derve de diçe Erebistana Siûdî.
Kanala El Erebiyeya Erebistana Siûdî ragihand ku Ehmed Şer piştî ku wekî Serokkomarê Sûriyeyê hat destnîşankirin dê îro biçe Erebistana Siûdî.
Piştî ku rejîma Beşar Esed 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an rûxiya, pêwendiyên Sûriye û Erebistana Siûdî bi rêya çalakiyên dîplomatîk tên xurtkirin.
Birêvebiriya nû hat ragihandin
Birêvebiriya nû ya Sûriyeyê roja çarşemê di konferansekê de li Şamê ragihand ku Ehmed Şer wekî Serokkomar hat destnîşankirin.
Şahê Erebistana Siûdî Selman bin Ebdulezîz û Şahzadeyê Welîehd ê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman roja pêncşemê peyamên pîrozbahiyê ji Ehmed Şer re şandin û serkeftin jê re xwest.
Pêwendiyên dîplomatîk ên bi Erebistana Siûdî re
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî jî destpêka meha borî çûbû serdana Erebistana Siûdî.
Her wiha Riyadê mazûvaniya civînekê kir ku Şeybanî û wezîrên karên derve yên welatên Erebî û Ewropayê tê de li ser Sûriyeyê axivîn.
Şandeyeke bi serokatiya Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Feysel bin Ferhan 24ê Kanûna Paşîn çû Şamê û bi Ehmed Şer û Eshed Hesen Şeybanî re civiya.
Pêwendiyên bi Tirkiye û Erebistana Siûdî re
Ehmed Şer 22yê Kanûna Paşîn ji medyaya Tirkiyeyê re dabû zanîn ku serdana wî ya yekem a derve dê li Tirkiye an Erebistana Siûdî be.
Çavdêr dibêjin ku birêvebiriya nû ya Şamê hewl dide bi Tirkiye û Erebistana Siûdî re pêwendiyên hevseng deyne.
Şirovekarê siyasî Mihemed Cazger ji rojnameya El Erebî El Cedîdê re got:
“Şam di çarçoveya rola ku dikare di avakirinê de bilîze girîngiyeke mezin dide pêwendiyên xwe yên siyasî û aborî yên bi Erebistana Siûdî re.
Her wiha hewl dide bandora Tirkiyeyê li Sûriyeyê hevseng bike.”
Konferansa Serkeftinê hat lidarxistin
Piştî ku 29ê Kanûna Paşîn Ehmed Şer wekî Serokkomar hat destnîşankirin, bi beşdariya Wezîrê Karên Derve Eshed Hesen Şeybanî û nûnerên komên çekdar Konferansa Serkeftinê hat lidarxistin.
Ehmed Şer diyar kir ku girîngiyên sereke yên Sûriyeyê “tijîkirina valahiya desthilatê, parastina aştiya navxwe, avakirina dezgehên dewletê, danîna bingeha bipêşveçûna aborî û bidestxistina prestîja navneteweyî û herêmî ya Sûriyeyê” ne.
Birêvebiriya Sûriyeyê daxuyaniyeke fermî belav kir û ragihand ku Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî çûn Erebistan Siûdî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse