ÎSRAÎL - Xelefê Herzi Halevi diyar bû

02-02-2025
Nîşan Herzi Halevi Eyal Zamir Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Giştî yê Artêşa Îsraîlê Herzi Halevi îstifa kir û li şûna wî Midûrê Giştî yê Wezareta Parastinê Eyal Zamir hat tayînkirin.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriyê ya Îsraîlê, Serokwezîr Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Yisrael Katz biryar da ku ji 6ê Adarê û pê ve Zamir şûna Halevi bigire.

Zamirê ku heta sala 2021ê Alîkarê Fermandarê Giştî yê Artêşa Îsraîlê bû, ji sala 2023yan ve Midûrê Giştî yê Wezareta Parastinê ye.

Piştî ku komîte wî binirxîne û kabîne deng bidiyê, Zamir dê wekî Fermandarê 24emîn ê Giştî yê Artêşa Îsraîlê dest bi kar bike.

Çavkaniyeke Îsraîlî ya ku nexwest navê wê were eşkerekirin ji rojnameya Haaretzê re got ku Zamir di navbera salên 2012-2015an de sekreterê leşkerî yê Netanyahu bû û "gelekî nêzîkî serokwezîr e."

Îstifaya Halevi

Hemasê 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan êrişî çalakiyeke sivîl a Îsraîliyan kir.

Li gorî amarên ku Îsraîlê dane, di wê êrişê de 1200 kes hatin kuştin û 260 kes jî dîl hatin girtin.

Halevi di nameya xwe ya îstifayê de gotibû ku “artêşa Îsraîlê ya di bin fermandariya wî de nikarîbû xelkê xwe biparêze û wî ji roja yekem ve her roj berpirsyariya vê têkçûna mezin hîs kiriye."

Îsraîlê piştî wê êrişê ji hewa û bejahiyê ve êrişî Xezeyê kir.

Li gorî amarên Filistînê, di van êrişan de herî kêm 47 hezar Filistînî mirine û 111 hezar Filistînî jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst