Hewlêr (Rûdaw) – Erebistana Siûdî dixwaze pêgeha xwe li Sûriyeya nû xurt bike û biryar daye alîkariyên xwe yên ji bo Sûriyeyiyan berdewam bike.
Di vê çarçoveyê de karwanê yekem ê alîkariyên mirovî yên Erebistana Siûdî ji rêya Balafirgeha Şamê gihîşt Sûriyeyê.
Berdevkê Navenda Şah Selman a Alîkariyên Mirovî Semîr Cêtelî got:
“Alîkarî heta ku encamên dilxweşker bi dest nekevin dê ranewestin bi sedema van destwerdanên mirovî, heta ku em encamên rastîn bibînin.”
Ji bilî van alîkariyan, Siûdiyê ragihand ku dê rêyeke bejahî ya mirovî ji welatê xwe ber bi Sûriyeyê ve veke ku ji Urdinê derbas dibe heta digihêje Şamê ku ew jî bi armanca berdewamiya gihandina alîkariyên mirovî ye.
Alîkariyên Siûdiyê ji bo Sûriyeya nû di demekê de ne ku Riyad dixwaze pêgeha welatê xwe li Şamê xurt bike piştî 14 salan a valahiya dîplomatîk.
Cihê yekem ê rayedarên nû yên Sûriyeyê Erebistana Siûdî bû.
Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Esed Hesen Şeybanî derbarê serdana xwe ya Siûdiyê li ser Xê ragihand:
“Ez serbilind im ku nûnertiya welatê xwe dikim di serdana xwe ya yekem a fermî de ku ji bo Erebistana Siûdî ye.
Em li bendê ne ku têkiliyeke stratejîk bi birayên xwe yên li Siûdiyê re di hemû waran de ava bikin.”
Berfirehtirkirina rola Siûdiyê piştî rûxîna rejîma 24 salî ya Beşar Esed li Sûriyeyê, di demekê de ye ku Serokê defakto yê Sûriyeyê Ehmed Şer ku li Riyadê ji dayîk bûye ragihand ku Siûdî dê roleke sereke di paşeroja Sûriyeyê û avakirina wî welatî de bilîze.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse