Îtîlafa Opozisyona Sûriyê ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê dicive

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke Îtîlafa Opozisyona Sûriyê sibe ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu dicive û encamên civîna wezîrên berevaniyê yên Tirkiyê, Sûriyê û Rûsyayê ya li Moskowê gotûbêj dikin.

Endamê Desteya Siyasî ya Îtîlafa Opozisoyna Sûriyê Ebdilla Gedo ji Rûdawê re got, îro şanedeke Îtîlafê bi hejmareke berpirsên Wezareta Derve ya Tirkiyê re dicivin û dê sibe şanda Îtîlafê bi wezîrê derve yê wî welatî Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu  re jî bicive.

Ji aliyekê din ve, medyaya nêzîkî opozisona Sûriyê dibêje, roja Pêncşemê berpirsên Tirkiyê ji opozisyona Sûriyê re gotine ku ew dest ji opozisyonê bernadin û nêzîkbûna ligel Şamê ne li ser hesabê mafê welatiyên Sûriyê ye.

Berî çend rojan wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu gotibû, eger aramiya siyasî li Sûriyê çêbibe ew amadene herêmên di bin kontrola xwe radestî hikûmeta Şamê bikin.

Wezîrê Berevaniyê ya Tirkiyê Hulusî Akar, Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan, Wezîrê Berevaniyê ya Rûsyayê Sergey Şoygu û Wezîrê Berevaniyê ya Sûriyê Elî Mehmûd Ebas û Serokê Îstixbarata Sûriyê Elî Memlûk di 28ê Berfenbara 2022an de li Moskow a paytexta Rûsyayê hevdîtinek pêk anîbûn.

Civîna li Moskowê ya di navbera Tirkiye û Sûriyê de piştî 11 salan li ser asta wezîran bû yekem civîn.

Li bajarê Bab ê bakurê bajarê Helebê yê Sûriyê ku di bin rêveberiya grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de ye roja Înê 30ê Berfanbara 2022a xwepêşandanek li dijî hewlên asayîkirina Tirkiyê û Sûriyeyê xwepêşandan hatibûn lidarxistin.