Çekdarên mixalefeta Sûriyeyê balafirgehên Kuweyris û Minnixê bi dest xistin
Hewlêr (Rûdaw) - Komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê kontrola Balafirgeha Minnixê ya li Til Rifetê û Balafirgeha Kuweyrisê ya li herêma Helebê bi dest xist.
Komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê ku Heyeta Tehrîr El Şamê pêşengiya wan dike, li herêma Til Rifetê li dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dest bi êrişê kir.
Komên çekdar kontrola Balafirgeha Minnixê ya li Til Rifetê bi dest xist.
Herêma Til Rifetê sala 2016an ketibû di destê şervanên YPGyê de.
Niha çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê û hevpeywanên wê hewl didin wê deverê kontrol bikin.
Li aliyê din HTŞyê û hevpeymanên wê Balafirgeha Leşkerî ya Kuweyrisê ya li herêma Helebê bi dest xist û xeta lojîstîk ya Til Rifat-Minbicê qût kir.
Balafirgeha Leşkerî ya Kuweyrisê ji aliyê Îsraîlê ve jî gelek caran hedef hatibû girtin.
Piştî ku komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê li dijî bajarê Helebê operasyon kiribûn, hêzên Hikûmeta Sûriyeyê di demeke kin de desthilatiya herêmên di bin kontrola wan de winda kiribûn.