Guterres: Em ji armanca Peymana Parîsê gelekî dûr in

01-12-2023
RÛDAW
Nîşan Antonio Guterres Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres got, “Ji bo germahiya gerdûnî bigihêje sînorê 1,5 pileyî, hindik maye lê hîn ne dereng e.”

Bi beşdariya serok û serkirdeyên cîhanê 30ê Çiriya Paşînê civîna Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî (COP28) dest pê kir.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres di civînê de axivî û bangî rêberên cîhanê kir.

Guterres diyar kir ku ew ji armanca peymana Parîsê gelekî dûr in û  wiha got:

“Ji bo germahiya gerdûnî bigihêje sînorê 1,5 pileyî, hindik maye lê hîn ne dereng e.

Serokên cîhanê dikarin rê li ber hilweşandin û şewitîna gerestêrka me re bigirin.

Eger em bikevin tevgerê, Teknolojiyên me yên hewce hene ku ji kaosa avhewa ya herî xirab dûr bikevin.

Niha pêwîstiya me bi hevkarî û vîna siyasî heye.”

Guterres diyar kir ku qeyrana avhewayê bê edaletiyê jî bi xwe re tîne û got:

“Germbûna gerdûnî zextê li budceyan dike, bihayê xurekan zêde dike, bazara enerjiyê têk dibe û ev bihabûna jiyanê, rê li ber qeyranan vedike.”

Guterres wiha berdewam kir:

“Pêwîst e her herêm pirsgirêkên xwe bi reçeteyeke pêbawer pêşkêş bike.

Ya yekemîn dive emîsyon bê kêmkirin. Welatên G20ê ji sedî 80ê vê emîsyonê pêk tînin û pêwîst e ji kêmkirina wê re pêşengiyê bikin.

Pêwîst e her welat, ji bo kêmkirina emîsyonê nexşeya xwe eşkere bike.

Ez bang dikim ku welatên pêşketî heta 2040î û welatên ber bi pêşketinê ve jî heya 2050î  emîsyona xwe bigihînin 0ê.”

Guterres diyar kir ku mijara duyemîn a giring jî sotemeniya fosîlan e û got:

“Em nikarin gerstêrkeke ku dişewite bi xortomeke tijî sotemeniya fosîlan rizgar bikin.

Sînorkirina zêdebûna germahiyê tenê bi derketina ji sotemeniyên fosîl mimkun e.”

"Veguherîna enerjiya paqij ji hêla aborî ve mecbûrî ye”

Guterres diyar kir ku lêkolînên zanistî derbarê bikaranîna sotemeniyên fosîl de encamên zelal derdixin holê û wiha berdewam kir:

“Kêmkirina bikaranîna sotemeniyên fosîl na, divê em bi rojjimêreke zelal ji derketina sotemeniyên fosîl misoger bikin.

Bi sotameniya fosîl re pêwîst e em enerjiya ku tê nûkirin jî pêş bixin.”

Guterres diyar kir ku li cîhanê veguherîna enerjiya paqij di warê aborî de neçariye û wiha dewam kir:

“Pirsek tenê, eger ku em van yekan nekin dê gerestêrka me çiqasî xwe li hemberî germahiyê bigire?

Ji ber vê sedemê jî banga me ji kompanyayên ku fosîlan hildiberînin re heye;

Rêya we ya berê kal dibe û modelekî ku modeya wê çûyî dubare bi kar neynin.

Ji bo veguherîna enerjiya paqij pêşengiyê bikin û şaşitiyê nekin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst