Agirbesta di navbera Hemas û Îsraîlê de bi dawî bû

Hewlêr (Rûdaw) - Agirbesta demkî ya di navbera Hemas û Îsraîlê de danê sibehê bi dawî bû.

Koşka Spî ragihand ku ew dê di hewlên xwe yên dirêjkirina agirbesta li Xezeyê de berdewam bin.

Dirêjkirina duyemîn a agirbestê saet 08:00an bi dawî bû û hewldanên Amerîka, Qeter, Misir û Rêvebiriya Filistînê ya ji bo çend rojan an jî herî kêm rojekê dirêjkirina agirbestê berdewam in.

Di navbera Hemas û Îsraîlê de roja înê agirbesteke 4 rojî hat ragihandin û bi dehan dîl û girtî hatine berdan.

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê li ser “ji nû ve destpêkirina şer û nehîştina Hemasê” israr dike.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken ku niha li Îsraîlê ye jî ragihand:

“Amerîka piştgiriya agirbesteke giştî û mayînde nake lê tenê agirbesteke demkî ji bo azadkirina hemû dîl û gihandina alîkariyan ji bo Xezeyê dike.”