Amerîka dê hêzeke mezin bişîne Deryaya Naverast

01-11-2023
RÛDAW
Amerîka dê hêzeke zêde bişîne Deryaya Naverast
Amerîka dê hêzeke zêde bişîne Deryaya Naverast
Nîşan Amerîka Şer Hêz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şerê Xezeyê ewlehiya hêzên Amerîka û baregehên wê yên leşkerî yên li Îraq û Sûriyeyê xistine metirsiyê.

Pentagon dibêje êrişên mûşekî û dronî yên li ser baregehên wan ên welatên li Rojhilata Navîn zêde bûne ku bêhtirî wan li Îraq û Sûriyeyê ne.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser mijarê pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê bersivandin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller anî ziman:

“Me eşkere kiriye ku mafê Amerîkayê heye parêzgariyê li berjewendî, leşker û karmendên xwe bike, û bêguman jî parêzgariyê li wan dike.

Wezîr Austin jî eşkere kir ku em dê bersivê bidin. Eger em biryarê li ser wê yekê bidin, em dem û cih ji bo bersivdanê ji ber çend sedeman nabêjin.”

Amerîka bi armanca parastina hêz û berjewendiyên xwe tedbîrên zêdetir li navçeyê werdigire.

Zêdetirî 2 hezar serbazî di amadebaşiyê de ne

Berdevkê Pentagonê Pat Ryder jî got:

“Ez îro dikarim biryara taybet a veguhestina 300 serbazên din ji bo navçeyên di bin kontrola Fermandariya Navendî ya Amerîkayê de ragihînim.

Ev hêz dê şiyanên zêdetir ji bo hêzên me yên li navçeyê dabîn bike.”

Amerîkayê berê jî di 12ê Çiriya Pêşînê de keştiya firokehilgir USS Gerald Ford şandibû Deryaya Naverast.

Di 14ê heman mehê de USS Andover û piştî 4 rojan jî USS Maunt Wetny şandibû heman navçeyê û zêdetirî 2 hezar serbazî jî xiste amadebaşiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst