4 NAVEND – Rewşa dawîn a korîdora kurdî

Hewlêr (Rûdaw) – Vekerina korîdorekê li Rojavayê Kurdistanê, midexaleya Tirkiye û hevsengiya pevçûnên li herêmê her diçe zêdetir girîft dibe.

 

Tirkiye her digot, ew rê nadin ti caran li Rojavayê Kurdistanê korîdoerekê kudî vebe û piştre jî bi “Operasyona Mertala Firatê” bi awayekê rasteqîn tevlî rewş û aloziyên li Sûriye û Rojevaya Kurdistanê bû.

 

Tê meraqkirin ku Artêşa Sûriya Azad ku Tirkiye piştgiriyê dike, ka dê çi qasî li Rojavayê Kurdistanê û Sûiryê pêş bikeve.

 

Kesên rewşê ji nêzîk ve dişopînin dibêjin zehmet e ku Tirkiye di mijara Sûriyê de Amerîka yan jî Rûsyayê qane bike.

 

Korîdora kurdî weke pirs li ber Washington, Moskow, Enqere û Şamê ye.

 

Mamosteyl Zanîngeha Aborî û Teknolojî ya TOBBê Doç. Dr. Burak Bilgehan Ozpek û rojnamevan û nivîskar Semih Îdiz ji Rûdawê re rewşa dawîn a Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê nirxandin.

 

Li derdora El Babê komên ligel Tirkiyê tevdigeran ji aliyê firokeyên şer ên Sûriyê ve hatin bombebarankirin. Ev tê çi wetayê?

 

Ozpek: Tê dîtin ku baweriya rejîma Esed bi Artêşa Sûriya Azad û Tirkiyê nayê. Artêşa Sûriya Azad ber bi bajarê El Babê diçe ku nêzîk parêzeha Helebê ye. Esed jî ji wê rewşê bifikar e. Esed dibêje heger mebesta Tirkiyê astengîkirina korîdora kurdî ye, divê Tirkiye vê yekê bi rêveberiya Şam û Moskowê re gotûbêj bike. Tirkiyê hewl dide bi Artêşa Sûriya Azad re tevbigere û pêşve here, ev yek jî baweriyê ji Tirkiyê re nahêle.

 

Îdiz: Sûriyê ji Rûsyayê cesaret stand û ev yek pêk anî. Sûriyê û Rûsya bi vê yekê dan xuyakirin ku Tirkiye dikare heta kû derê pêşve here.

 

Di dema bombebarankirinê de Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî êrişê Artêşa Sûriya Azad kir. Dibe ku ev nîşaneya destpêkirina hevpeymaneke nû be?

 

Ozpek: Ev ne hevpeymanek e. Lê hem Hêzên Sûriya Demokratîk û hem jî rêveberiya Esed ji pêşketina Tirkiyê li herêmê dil tepîn in. Dema Tirkiyê berê xwe da başûr du hedefên wê hebûn. Yekemîn Minbic bû ku di destê Hêzên Sûriya Demokratîk de bû û ya duyemîn jî El Bab bû ku nêzîk Helebê ye. Ji ber vê yekê ne HSD û ne jî rêveberiya Esed naxwaze Tirkiyê pêş bikeve.

 

Îdiz: Ez bawer nakim bi ew qasî eşkere hevpeymaniyeke nû ji wê rewşê derbikeve. Herwiha HSD û Sûriyê jî dixwazin El Babê kontrol bikin.

 

Em dikarin bibêjin piştî vê yekê rewşa Tirkiyê li Sûriyê xirab bûye? Tirkiye ji niha û pêde dikare çi bike?

 

Ozpek: Li Sûriyê tenê yek rêya Tirkiyê maye, yan dê ligel Amerîkayê ku hevkariyê HSDê dike yan jî ligel Rûsyayê ew jî hevkariya Esed dike, rêketinekê pêk bîne. Tê zanîn ku Tirkiye plana ji aliyê Amerîkayê ve hatî pêşkêşkirin erênî nabîne. Yanî tenê yek rê li ber Tirkiyê dimîne divê Rûsyayê qane bike da ku ber bi El Babê ve pêşbikeve. Lê dibe ku ev yek zerarê bide peywendiyên di navbera Tirkiye û Amerîkayê de. Herwiha ez bawer nakim ku Pûtîn bi temamî alîkariya Tirkiyê bike. Armanca Rûsyayê ew e ku Tirkiyê bi tenê bihêle.

 

Îdiz: Piştî vê qonaxê rewşa Tirkiyê li Sûriye nebaş e, çimkî pirsgirêkên ve bi hevpeymaniya navnetewî re jî hene. Dê zêde rê nedin Tirkiyê ji sînoran xwe dûr bikeve.

 

Derfet hene ku Tirkiye hem Amerîka û hem jî Rûsyayê razî bike? Çi kart di destê Tirkiyê de hene?

 

Ozpek: Ne tenê îknakirina herdu hêzên di heman demê de zehmet e, herwiha îknakirina yekê jî hêsan nîne. Tirkiye nikarî bi hêsanî bersiva pirsa çima li sûriyê ye bide. Dibêje ez ji bo astengkirina korîdora kurdî li Sûriyê me lê Amerîka bi vê yekê qane nabe. Rûsya jî naxwaze Tirkiye zerarê bide rêveberiya Sûriyê. Rûsya dibêje zehmet e Tirkiye bi temamî bikare Artêşa Sûriya Azad kontrol bike. Ji aliyê din ve Tirkiye û Rûsyayê navbeyna xwe hêj tam xweş nekirine. Tê pêşbînîkirin ku peywendiyên Amerîka û Tirkiyê dê ji ber mijarên Minbic û Mûsilê xirabtir bibe.

 

Îdiz: Ev feraseta Tirkiyê sinordar e. Karteke wiha di destê Tirkiye de nîne ku tişta bixwaze bi destê xwe bîne.