Mesûd Pizîşkiyan: Ev êriş ji bo parastina Îraniyan bû

8 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan Îran Îsraîl Êrişa Mûşekî ya Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku ev êrişa Îranê ya li dijî Îsraîlê ji bo parastina berjewendiyên Îraniyan bû.

Mesûd Pizîşkiyan li ser êrişa artêşa welatê xwe ya li hemberî Îsraîlê daxuyaniyek belav kir.

Mesûd Pizîşkiyan li ser êrişê wiha got:

“Li gorî mafên xwe yên rewa û bi armanca ewlehî û îstîqrara Îranê û herêmê bersiva rejima siyonîst hat dayîn.

Ev pêngav ji bo parastina berjewendiyên Îran û Îraniyan bû.

Bila Benyamin Netanyahu bizanibe ku Îran ne şerxwaz e lê dê li hemberî her tehdîtekê raweste.

Ev tenê beşek ji şiyana me ya leşkerî ye.”

Mesûd Pizişkiyan her wiha hişyarî da Îsraîlê ku rûbirûyê Îranê nebe.

Çi bûbû?

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku saet derdora 19:30î Îranê li dijî Îsraîlê dest bi êrişa mûşekî kir.

Îsraîlê ji welatiyên xwe xwest ku biçin cihê parastî û agahdarî xwe bin.

Spaya Pasdarên Îranê jî li ser êrişê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku bi dehan mûşek avêtine Îsraîlê. 

Artêşa Îsraîlê ragihand ku zêdetirî 250 mûşek hatine avêtin.

Spaya Pasdarên Îranê jî li ser êrişê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku êriş li ser kuştina Îsmaîl Heniye, Hesen Nasralah û Ebbas Nîlfiroşan hatiye kirin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari jî diyar kir ku ew niha xelkê xwe diparêzin û dê bersivê bidin êrişa Îranê.

“Em ji bo parastin û êrişan, parastina gelê Îsraîlê di hişyariyeke bilind de ne.

Koşka Spî jî diyar kir ku Serok Joe Biden ji Odeya Qeyranan a Koşka Spî rewşa dawî ya êrişa mûşekî ya Îranê dişopînê.

Koşka Spî ragihand ku Biden ji Artêşa Amerîkayê xwest ku alîkariya Îsraîlê bikin da ku xwe li hember êrişên Îranê biparêze.

Kuştina Heniye, Nasrallah û Nîlfiroşan

Serokê Polîtburoya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye di Tîrmehê de li Tehranê piştî merasima sondxwarina Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan di êrişekê de hatibû kuştin.

Herwiha 27ê Îlona 2024an Artêşa Îsraîlê baregeha Hizbulahê ya li Beyrûtê bombebaran kir.

Di encamê de Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah û Fermandarê Spaya Pasdarên Îranê yê Libnanê Ebbas Nîlfiroşan hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst