Li Xezeyê termên 6 dîlan hatin dîtin: Navê yekî Hêriş e

01-09-2024
 Termên 6 dîlan hatin dîtin / Wêne: Rûdaw Grafîk
Termên 6 dîlan hatin dîtin / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Îsraîl Xeze Dîl Hêriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan li Xezeyê termên 6 dîlan dîtine û vegerandine Îsraîlê.

Li gorî daxuyaniyê, term doh li Xezeyê di tunelekê de hatine dîtin û nasnameyên wan hatine eşkerekirin.

Navê wî Hêriş e

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî diyar kir ku yek ji wan welatiyê Amerîkayê ye û navê wî Hêriş Goldberg-Polin e.

Dê û bavê Hêriş jî peyamek belav kir û got:

“Em bi dilekî şikestî û bi perîşanî xebera mirina kurê xwe yê ezîz radigihînin.”

Hemasê 24ê Nîsanê vîdeoyeke Hêrişê 24 salî belav kiribû ku tê de bi zimanê Îbrî diaxivî.

Piştî ev term hatin dîtin koma ku ji xizmên dîlan pêk tê daxuyand ku ew dê ptotestoyan li dar bixin.

Li gorî xizmên dîlan, “Netenyahu dev ji rizgarkirina dîlan berdaye” û ew dixwazim her kes beşdarî çalakiyên protestoyê bibe.

Artêşa Îsraîlê 27ê Tebaxê ragihand ku wan li başûrê Xezeyê bi operasyoneke taybet dîlê bi navê Ferhan Qazî rizgar kiriye.

Ferhan Qazî dema Hemasê 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan êrişî Îsraîlê kiribû hatibû dîlgirtin.

Li gorî daxuyaniya Îsraîlê, Hemasê di wê êrişa xwe de 251 kes dîl girtin.

Îsraîl dide zanîn ku 103 dîl hîn jî li Xezeyê ne û heta niha 33 dîl hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst