Dijbere: Em amade ne li herêma kurdan perwerdeyê wergirin

Hewlêr (Rûdaw) – Kordînatorê Artêşa Niştimanî ya Dijbereya Sûriyeyê Elî Bedran dibêje ew amadenê li ser destê Amerîka perwerdeya leşkerî wergirin.

 

Kordînatorê Artêşa Niştimanî ya DijbereyaSûriyê Elî Bedran ji Rûdawê re ragihand ku ew amade ne li herêmên kurdî li ser destê Amerîka perwerdeya leşkerî wergirin.

 

Elî Bedran da zanîn ku berê jî hinek bingehên wan li herêma Efrînê hebûn û di wan de perwerde dibûn.

 

Kordînatorê Artêşa Niştimanî diyar kir ku pêwendiya wan bi şervanên kurd re di rêya Cebhet el-Ekrad re pêk dihat.

 

Bedran herwiha diyar kir ku piştî êrişa Cebhet el-Nusre li ser firqeya 30ê ku beşek ji artêşa wan e, wan daxwaz ji Amerîka kiriye ku hezar şervanên din perwerde bike.