Îsraîl: Me fermandarê Hemasê kuştiye

Hewlêr (Rûdaw) – Îsraîlê ragihand ku wan Fermandarê Baskê Leşkerî yê Hemasê Mihemed Zeyf kuştiye.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan Mihemed Zeyf li başûrê Xezeyê di êrişeke asmanî de kuştiye.

Artêşa Îsraîlê amaje pê kir ku wan kuştina Mihemed Zeyf di nava çend saetên borî de piştrast kiriye.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant jî Mihemed Zeyf bi şiklê “Bin Ladinê Xezeyê” bi nav kir û pesnê operasyona artêşa welatê xwe da û got:

“Ev ji bo nehiştina Hemasê gaveke mezin e.”

Li gorî daxuyaniyê, Mihemed Zeyf 13ê Tîrmehê li Xan Yûnisê hatiye kuştin.

Divê were gotin ku Îsraîlê doh jî li Tehranê Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye kuştibû.