Îsraîl: Me fermandarê Hemasê kuştiye

Duh li 12:24
Êrişa ku Mihemed Zeyf tê de hatiye kuştin / Wêne: Ji ber dîmenan
Êrişa ku Mihemed Zeyf tê de hatiye kuştin / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Hemas Mihemed Zeyf Kuştin Fermandar Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îsraîlê ragihand ku wan Fermandarê Baskê Leşkerî yê Hemasê Mihemed Zeyf kuştiye.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan Mihemed Zeyf li başûrê Xezeyê di êrişeke asmanî de kuştiye.

Artêşa Îsraîlê amaje pê kir ku wan kuştina Mihemed Zeyf di nava çend saetên borî de piştrast kiriye.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant jî Mihemed Zeyf bi şiklê “Bin Ladinê Xezeyê” bi nav kir û pesnê operasyona artêşa welatê xwe da û got:

“Ev ji bo nehiştina Hemasê gaveke mezin e.”

Li gorî daxuyaniyê, Mihemed Zeyf 13ê Tîrmehê li Xan Yûnisê hatiye kuştin.

Divê were gotin ku Îsraîlê doh jî li Tehranê Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye kuştibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst