Sûriye û Îran: Divê Amerîka ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê derkeve

01-08-2023
RÛDAW
Civîna civînên wezîrên karên derve yên Sûriye û Îranê
Civîna civînên wezîrên karên derve yên Sûriye û Îranê
Nîşan Amerîka Sûriye Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrên karên derve yên Sûriye û Îranê civiyan. Di civînê de hate îfadekirin ku divê Amerîka ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê vekişe. 

Hêzên Amerîkayê gerên çavdêriyê li gundên Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê dikin.

Hêzên biyanî di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de li Rojavayê Kurdistanê, beşeke parêzgehên Reqa û Dêrezorê û navçeya Tenifê yê Sûriyeyê dimînin.

Pirsa hebûna wan hêzan li Sûriyeyê yek ji mijarên civînên wezîrên karên derve yên Sûriye û Îranê bû.

“Me behsa rola wêranker a Amerîkayê kir”

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Feysel Miqdad anî ziman:

“Me behsa rola wêranker a Amerîkayê û dagirkeriya wê ya li navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê kir. Amerîka rojane tawanan li wan navçeyan dike.

Em dixwazin jê re bêjin, nabe ku ev rewş berdewam bibe. Em dixwazin ji Kongreya Amerîkayê û hemû aliyên ku piştgiriyê didine êrişên  Amerîkaya ku dijî mirovahiyê tawanên şer li dike re bêjin ku gelê Sûriyeyê vê rewşê qebûl nake.”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê piştevaniya xwe ya ji bo Hikûmeta Sûriyeyê anî ziman û xwest ku hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê derkevin.

“Dagirkeriya Amerîkayê ya li Sûriyeyê aloziyan gurtir dike”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahiyan li ser hebûna hêzên Amerîkayê yên li Sûriyeyê got:

“Em di wê baweriyê de ne ku dagirkeriya derqanûnî ya Amerîkayê ya li Sûriyeyê ji bilî gurkirina aloziyan û piştgiriya komên terorîst ên li Idlibê ti encameke erênî ji bo herêmê bi dest nexistiye.

Ji ber vê yekê Îran tekez dike ku aştî û ewlehî tenê bi şertê ku hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê derkevin mîsoger dibe.”

900 leşkerên Amerîkayê li Sûriyeyê ne

Li gorî berpirsên Pentagonê heta niha 900 leşkerên Amerîkayê li Sûriyeyê ne.

Hêzên Amerîkayê li navçeyên Rêveberiya Xweser ên li bakurrojhilatê Sûriyeyê û navçeya Tenifê ya li sêgoşeya sînorên Sûriye, Iraq û Urdinê dimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst