Balyozxaneya Ukryana: Keştiya Laodicea genimê me yê dizî dibe Sûriyê

01-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Ukryana li Libnanê dibêje, wê belge hene ku genimê di keştiya Laodicea ya Sûriyê de ye ji Ukrayna hatiye dizîn.

Balyozxaneya Ukrayna li Libnanê di twîttekê de ragihand, ew dê daxwazê ji dadgeha bajarê Terablus bike ku dest dane li ser keştiya Laodicea ya Sûriyê û diyar kir ku wan belge hene ku genimê di wê keştiyê de genimê Ukrayna ye û ji aliyê Rûsya ve hatiye dizîn.

Balyozxaneya Ukrayna li Libnanê got jî, ewê hemû hewlên xwe bidin wî genimî di bazarên Libnanê de belav bikin.

Roja 28ê meha borî, Keştiya Laodicea ya Sûrî ku ji aliyê Amerîka ve hatiye cezakirin, li berava bajarê Terablus yê Libnanê rawestiya ye û rê pê nayê dayîn ji wir derkeve.

Li gorî balyozxaneya Ukrayna li Libnanê, 5 hezar ton genim û 5 hezar ton ceh têde heye û ji saylo û embarên Genim yên Ukrayna hatiye dizîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst