Talîbanê firokexaneyek mûşekbaran kir

Hewlêr (Rûdaw) - Tevgera Talîbanê Firokexaneya Qendehar li Efxanistanê mûşekbaran kir û geştên firokexaneyê rawestiyan.

Hêzên biyanî heta niha bi temamî ji Efxanistanê venekişiyane û Talîban jî li ser şer berdewam e û niha hewl dide 3 bajarên mezin ên wî welatî kontrol bike.

Çekdarên Talîbanê karîne biçin nav nav bajarên Herat, Leşkergah û Qendehar ku 3 bajarên mezin ên Efxanistanê ne.

Li gor zanyariyan Talîbanê Firokexaneya Qendehar mûşekbaran kir û geştên firokexaneyê rawestiyan.

Çekdarên Talîbanê bi awayekî bilez beşeke berfireh ji axa Efxanistanê xistine bin kontrola xwe.

Ji meha Gulanê ve Amerîka dest bi vekşandina Hêzên xwe kir ji Efxanistanê û heta niha bêhtir ji 90% ji hêzên xwe vekşandine, ji wê çaxê ve Talîban êrîşên xwe li ser navçeyên bin destê hikûmetê zêde kirine.

Heta niha li gorî ew dibêje bêhtir ji 85% ji sedî ji xaka wî welatî kontrol kiriye, li gel hejmarek ji deriyê sînorî yên li gel welatên cîran wek Pakistan, Tajekistan, Îran û Turkmanistanê.