Pênc kampên koçberan ên li Bakurê Kurdistanê tên girtin

01-08-2018
RÛDAW
Nîşan Koçber Sûriye Dîlok Riha
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li bajarên Dîlok, Semsûr û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê pênc navendên demkî yên koçberên Sûrî tên girtin û 34 hezar û 180 koçber li kampên ser sînor tên bicîh kirin.

 

Li gor fermana Rêveberiya Giştî ya Koçê li Tirkiyê ku doh şandiye ji bajaran re, kampên Nizîp, Islahiye û Karkamiş ên Dîlokê ku 23 hezar û 95 Sûrî li wan dimînin, kampa Semsûrê ku 8 hezar û 627 lê dijîn û ya Midyada ser bi Mêrdînê ku 2 hezar û 458 kesan li xwe digire tên girtin.


Bi vêna jî 34 hezar û 180 koçberên Sûrî ku li wan kampan dimînin, bo kampên Hatay, Kilîs, navçeyên  Kaniya Xezalan û Serêkaniyê yên Rihayê tên veguhestin ku nêzîkê sînorê ligel Rojvayê Kurdistanê ne.


Li gor plana Rêveberiya Giştî ya Koçê, veguhestin mehekê berdewam dike, lê tê gotin, kampa Nizîpê heta demeke din vekirî dimîne ku 5 hezar koçberên Sûrî lê dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst