Lubnan; penaberekî Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest da

01-07-2022
RÛDAW
Nîşan Lubnan Rojava Efrîn Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di bûyereke trafîkê de li Lubnanê penaberekî Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest da û 2 penaberên din jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên ku pismamê yek ji qurbaniyên bûyerê dane Rûdawê, li bajarokê Edlon otombêlekê ji pişt ve li motorsîklêtekê daye ku 3 penaberên Rojavayê Kurdistanê li ser suwar bûne.

Her sê penaberên Kurd xelkê Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ne.

Di encama bûyerê de penaberê bi navê Hesen Hesî Koto canê xwe ji dest daye. Herwiha birayê wî, Nûrî Hesî Koto û hevalekî wan ê bi navê Elî Remo jî birîndar bûne.

Li gor zanyariyan, Nûrî Hesî Koto bi dijwarî birîndar bûye û rewşa tendirustiya wî nebaş e.

Azad Koto ku pismamê Nûrî ye, ji Rûdawê re got, rewşa tendirustî ya pismamê wî gelek xerab e, pêwîstiya wî bi neştergeriyekî bilez heye û neştergerî bi zêdetirî 5,000 dolaran e û îmkanên wan tune ne.

Hesen Hesî Koto û Nûrî Hesî Koto ji bajarokê Şiyê ne û Elî Remo ji bajarokê Cindirêsê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst