Navenda Nûçeyan - Endamê Rêvebiriya PKKê, Murat Karayilan, got teqîna li Silopyayê ku têde 4 sivîl hatin kuştin tawan e.
Karayilan, di bernameyeke radyoyeke nêzî PKKê de li ser teqîna pêr got: "Nûçeyên ku belav bûne, eger rast bin, tawanek hatiye kirin."
Roja Duşemê, li navçeya Silopyayê ya parêzgeha Şirnêxê bombeyeke ku guman tê kirin endamên PKK çandibe bin erdê, dema derbasbûna erebeyeke zirxkirî ya Polîsê Tirk hatibû teqandin û di encamê de 4 hemwelatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dabû, 5 jê polîs 19 kes jî birîndar bûbûn.
Karayilan ragihand ku wan tu agahî di derbarê teqînê de ji berpirsên PKK ên navçeyê nestandine û got:
"Bi nêrîna me, di pêkanîna çalakiyan de divê bi tu awayî ziyan negihe sivîlan. Rîsk divê sifir be. Pêwîst e cih û dema çalakiyê li gorî vê yekê bêne diyarkirin.
Em eslê bûyerê hê nizanin, lê tevlî vê yekê ji niha ve xemgîniya xwe tînin zimên û sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazim."
Karayilan got PKK dê lêkolîn bike û "derxîne holê ka kê ew kar kiriye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse