Serokkomarê Îranê roja Çarşemê serdana Sûriyê dike

01-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di vê hefteyê de serdana Sûriyê dike û dê 2 rojan li wir bimîne. Bi vê yekê Reîsî dibe yekem serokkomarê Îranê ku ji sala 2011an û şerê navxwe yê Sûriyê ve serdana wî welatî dike.

Balyozê Îranê yê li Şamê Hisên Ekberî ji ajansa fermî ya welatê xwe IRNA re gotiye, Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, dê roja Çarşemê serdana Sûriyê bike û çend civînên girîng li gel Serokê Sûriyê û berpirsên wî welatî pêk bîne.

Di nava şanda Reîsî de hejmarek wezîr jî hene ku tê pêşbînîkirin, di warê aborî û bazirganî de çend rêkeftin bên îmzekirin.

Balyozê Îranê yê li Şamê Hisên Ekberî ji IRNAyê re gotiye: “Ji ber guhertinên ku li herêmê çêdibin, serdana Reîsî ya bo Şamê ku dê roja Çarşemê bê kirin, pir girîng e.”

Berî çend rojan hin berpirsên nêzîkî hikûmeta Sûriyê ji medyayên cîhanî re behsa serdana Reîsî bo Sûriyê kiribûn.

Çavkaniyên ji nava hikûmeta Sûriyê eşkere kirine, ku dê Reîsî dê serdana bajarê Helebê jî bike ku ji ber erdheja 6 Sibata îsal ziyaneke mezin dîtibû.

Ji sala 2011 ve ev yekem car e ku Serokkomarê Îranê serdana Sûriyê dike.

Serdana Serokkomarê Îranê bo Sûriyê di demekê de ye ku hejmarek welatên Erebî peywendiyên xwe bi Sûriyê re asayî dikin, herwiha hewl tê dayîn ku Sûriye vegere nav rêxistina Komkara Erebî ku ji destpêka şerê navxwe yê li Sûriyê ve endamtiya wî welatî di rêxistinê de hatibû rawestandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst