James Jeffrey û Îbrahîm Kalin pirsa Idlibê gotûbêj kirin

01-05-2020
RÛDAW
Nîşan Îbrahîm Kalin James Jeffrey Amerîka Idlib Sûriye Atlantic Council David Satterfield
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Serokomariya Tirkiyê ragihand, tevî bîr û boçûnên cuda di navbera Tirkiye û Amerîkayê de hene, her tim di warên pêwîst de hemahengî di navbera herdu welatan de hebûye û herwiha desthilata Sûriyê bi rêgiriya li ber karên Komîteya Destûrê tohmetbar kir.

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahm Kalin, Şandiyê Taybet ê Amerîkayê bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey û Balyozê Amerîkayê li Enqerê David Satterfield, bi rêya vîdeo konferansê beşdarî paneleke rêxistina Atlantic Council a Amerîkî bûn ku li jêr navê ‘Paşeroja Idlibê û Kesên ku ji cih û warên xwe bûne li Sûriyê’ hat sazkirin.

Di wê panelê de Îbrahîm Kalin amaje bi wê kir, desthilatdarên Sûriyê rêgiriyê li karûbarên Komîteya Destûrê dikin û girîngiyê bi azadî û hilbijartineke dadperwerane nadin û tekez kir, ji bo çareserkirina kêşeyên wî welatî, destpêkirina qonaxa siyasî girîng e û got, “Li gel hevpeymanên xwe me derbarê Sûriyê de li ser gelek pirsan ji nêzîk ve kar kiriye. Bi taybetî piştî destpêkirina aramiyê li Girê Spî û Serê Kaniyê, me karên gelek baş kirin.”

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê amaje bi wê jî kir, tevî ku çend pirsên nakok di navbera Amerîka û Tirkiyê de hene weke radestnekirina Fethullah Gulen ku heta niha li Amerîkayê dijî û herwiha piştevaniya Amerîkayê bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Sûriyê. Lê dibe peywendiyên herdu welatan ber bi başiyê ve biçin.

Ji aliyê xwe ve, Şandiyê Taybet ê Amerîkayê bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey, kêfxweşiya xwe derbirî li beramber operasyona Tirkiyê ku “bûye sedema rawestandina êrişên artêşa Esed a bi piştevaniya Rûsyayê û hêzên ji aliyê Îranê ve tên piştevanîkirin.”

Jeffrey amaje bi wê kir, wî li gel berpirsên Tirkiyê û Netewên Yekgirtî guftûgo kirine û ragihand ku dikarin xalên sînorê yên Tirkiyê ji bo bakur rojhilatê Sûriyê bikar bînin, lêbelê kêşeya bakur rojhilatê Sûriyê niha jî berdewam e.

Derbarê Rojavayê Kurdistanê û beşek ji bakur rojhilatê Sûriyê ku li jêr kontrola Hêzên Sûriyê Demokratîk û desthilata Rêveberiya Xweser de ne, Jeffrey got, “Rûsan bo hevkariya mirovî rêyên di navebra Iraq û Sûriyê de girtine û pirsgirêkên me yên zêdetir li wan cihan hene.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst