Ehmed Şer û Sûdanî bi telefonê axivîn

01-04-2025
RÛDAW
Nîşan Îraq Ehmed Şer Sûriye Mihemed Şiya Sûdanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer bi telefonê axivîn û Cejna Remezanê li hevdû pîroz kirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Serokwezîriya Îraqê, Mihemed Şiya Sûdanî pêkanîna hikûmeta demkî ya Sûriyeyê pîroz kir.

Mihemed Şiya Sûdanî ji Ehmed Şer re got, "Helwesta Îraqê li ser piştgirîkirina vebijarkan gelê Sûriyeyê û girîngiya beşdarkirina hemû pêkhateyên wê di pêvajoya siyasî ya wî welatî de neguheriye ku bi awayekî ber bi pêkvejiyana aştiyane û asayişa civakî ve biçe ji bo paşerojeke aram û ewle ji bo Sûriyeyê û tevahiya herêmê."

Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ji 16 wezaretan pêk hatiye, yek ji wezîran Kurd e, erkê vê hikûmetê dê heta birêvebirina hilbijartinan berdewam bike.

Serokwezîrê Îraqê operasyonên Îsraîlê yên li Îraqê şermezar kir û piştgiriya Bexdayê ji bo parastina axa Sûriyeyê û serweriya wê anî zimên û da zanîn ku ew destwerdana derve ya li Sûriyeyê qebûl nakin.

Di vê pêwendiya telefonî de Sûdanî behsa girîngiya hevkariya dualî ji bo rûbirûbûna metirsiya rêxistina DAIŞê û hevkariyê di warê aborî de kir.

Her wiha Ajansa Fermî ya Sûriyeyê (SANA) jî got: "Di vê pêwendiya telefonî de mijara ewlehiya sînor û hevkariya wan ji bo nehiştina qaçaxkirina madeyên hişber gotûbêj kirin û tekez li ser vekirina rûpeleke nû di têkiliyên navbera wan de li ser bingeha hevkariya hevbeş ji bo rûbirûbûna astengiyên herêmî û rêlibergirtina aloziya herêmê kirin."

Ehmed Şer di vê pêwendiya telefonî de tekez kir ku ew rêzê li serweriya Îraqê digirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst