Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan li herêma Dahiyeyê ya li nêzîkî Beyrûta paytexta Libnanê êrişeke hewayî pêk aniye.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku wan di êrîşê de endamekî Hizbulahê ku "gefeke rasterast û bilez" çêdike kiriye hedef.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di êrişê de herî kêm 3 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.
Tevî ku peymaneke agirbestê hebû, artêşa Îsraîlê êrişên xwe yên li Libnanê berdewam dike û vê carê herêma Dahiyeyê ya li nêzîkî paytextê Beyrûtê kir armanc.
Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya operasyona ku bi piştgiriya saziya îstixbarata navxweyî ya Şîn-Betê hat lidarxistin de, li dijî avahiyeke ku endamekî Hizbulahê tê de bûye, êrîşeke hewayî hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin"Êrîş endamekî Hizbullahê kir armanc ku vê dawîyê talîmat dabû çekdarên Hamasê û alîkarîya plankirina êrîşeke mezin li dijî sîvîlên Îsraîlî kiribû."
Hat gotin û îdia kirin ku kesê hatiye armanckirin, "gefeke rasterast û lezgîn" çêdike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse