Wezîrê Derve yê Sûriyê piştî 12 salan serdana Misrê kir

01-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad piştî 12 salan cara yekemîn bi serdaneke fermî çû Misrê û ji aliyê aliyê Wezîrê Derve yê Misrê Samih Şukrî ve hate pêşwazîkirin.

Îro Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad serdana paytexta Misirê bajarê Qahîreyê  kir û bi Wezîrê Derve yê wî welatî Samih Şukrî re civiya.

Armanca serke ji bo vê serdanê başkirina pêwendiyên di navbera her du welatan de ye.

Ev serdan di demekê de ye ku meha derbasbûyî û piştî erdhejê, Wezîrê Derve yê Misirê serdana Şamê kiribû û bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re civiyabû. Samih Şukrî herwiha di wê serdana xwe de li avahiya Wezareta Derve ya Sûriyê bi Wezîrê Derve yê wî welatî Feysel Miqdad re jî civiyabû.

Ji destpêka kirîza Sûriyê ve ku di sala 2011an de destpê kir, ev yekem serdana Wezîrê Derve yê Sûriyê bo Misirê ye.

Tê çaverêkirin ku piştî Cejna Remezanê Serokê Sûriyê Beşar Esed û Serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî bicivin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst