Di navbera Tirkiye û Îsraîlê de nîqaşa ‘komkujiya Kurdan û Filistîniyan’

01-03-2024
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Israel Katz Kurd Filistînî Komkujî Tirkiye Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Israel Katz bersiv da Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan.

Recep Tayyîp Erdogan, li Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê gotibû, “Tiştê ku li Xezeyê rû dide bi ti awayî ne şer e hewla qirkirinê ye.”

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de jî gotibû, “Avakirina dewleteke serbixwe ya Filistînê şert e.”

“Em ne wekî we ne”

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Israel Katz bersiv da van gotinên Erdogan û got:

“Erdoganê ku li Tirkiye û herêmê tim Kurdan qir dike, dibêje ku Îsraîl komkujiyê dike.

Birêz Erdogan em ne wekî we ne.

Em bi şirikê we yê tawanan, bi Hemasê re têkoşînê dikin ku hûn wan li Tirkiyeyê dikin mêvan û rê didin ku xelkê bikujin û komkujiya bikin.

Divê hûn dêngê xwe nekin û şerm bikin.”

Berdevkê Wezîreta Karên Derve ya Tirkiyeyê Oncu Keçelî jî bersiv da van gotinên Israel Katz.

Oncu Keçelî di bersiva xwe de got, “Em bawer dikin ku dê hemû endamên Hikûmeta Îsraîlê zû yan dereng ji ber wan tawanên xwe yên li Xezeyê hesêb bidin edaletê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst