Hilbijartinên Îsraîlê ji ber şer cara duyemîn hatin taloqkirin

01-01-2024
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Şer Hemas Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hilbijartinên herêmî yên li Îsraîlê ku ji ber şer nehatin kirin, cara duyemîn hatin bipaşxistin û hat ragihandin ku dê 27ê Sibatê werin kirin.

Piştî destpêkirina şerê Îsraîl û Hemasê hilbijartinên herêmî yên Îsraîlê yên ku diviyabû 31ê Çiriya Pêşînê bihatana kirin, taloqî 30ê Kanûna Pêşînê hatibûn kirin.

Li gorî çapemeniya Îsraîlê, hikûmetê ji artêşê xwest ku diyar bike ji bo hilbijartinan şert û merc guncav in yan na.

Arteşa Îsraîlê ji hikûmete re ragihand ku bi sedan kesên ku di hilbijartinên heremî de berbijêr in serbaziyê dikin û ji ber vê yekê ne pêkan e ku hilbijartin werin kirin.

Li ser vê yekê, kabîneya Îsraîlê hilbijartinên herêmî careke din taloq kirin û biryar da ku 27ê Sibatê werin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst