Îsraîl: Eger rejîm birûxe em û Îran dê bibin dost

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand, eger rojekê rejîma niha ya Îranê birûxe û meîne, dê gelên Îsrîalê û Îranê careke din bibin dostên gelek baş.

 

Benjamin Netanyahu di peyameke vîdeoyî de ku li ser hesaba xwe ya Twitterê belav kiriye, li ser xwepêşandanên li Îranê û tohmetbarkirina Îsraîlê ji aliyê hikûmet û rayedarên Îranê ve axivî.

 

Netanyahu got, ku eayedarên Komara Îslamiya Îranê hewl didin ku toyê kîn û nefretê di navbera Îsraîliyan û Îraniyan de biçînin û tekez kir, ku ew hewla hikûmeta Îranê serkevtî nabe.

 

Netanyahu herwiha diyar kir, eger rojek ji rojaan rejîma niha ya Îranê birûxe, dê gelên Îsrîalê û Îranê careke din bibin dostên gelek baş.

 

Serokwezîrê Îsraîlê herwiha hêvî kir, ku xelkê Îranê di hewlên xwe yên ji bo azadiyê de serkevtî bin.