Guherîna keşûhewayê jiyana hirçên cemserî xistiye metirsiyê

30-09-2022
RÛDAW
Wêne: AFP
Wêne: AFP
Nîşan Hirçên Cemserî Kanada Guherîna Keşûhewayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Guherîna keşûhewayê ne tenê metirsî li ser jiyana mirovan çêkiriye, di heman demê de metirsiyê li ser jiyana ajelan jî, bi awayekî çê buye ku gefa jinavçûnê li ser hinek coreyên ajelan  heye. Yek ji wan ajelan hirçên cemserî ne.

Li bajarokê Churchill ê li wîlayeta Manitoba ya li ser Deryaya Hudson a li Kanadayê, hirçên cemserî bi nîgeranî li benda Mijdarê ne heta ku av diqerisin û metirsî li ser jiyana wan nemîne.

Ji ber helîna qeşayên Kanadayê, jiyana hirçên cemserî di metirsiyê de ye. Her hirçek rojane 2 kîlo ji dest dide, heta ku cew sar dibe. Dibe ku bigihîjin180 kîloyan.

David Deylî dibêje "Temamiya cîhanê di guherînê de ye, tenê eger ev xelk xwe kom bikin û pîskirina jîngehê rawestînin û alîkariya goga zemînê bidin. Ev xweza ye ku cezayê dide me li beramber wan wêrankariyên ku em wê rûbirû dihêlin. Xweza her wiha namîne."

Hirçên cemserî cihê xwe windakirine û serê wan şêwiyaye. Dembidem dikevin nav avahiyan. Metirsiyê li ser jiyana xelkê çêdikin. Ev hirç destên xwe diweşînin û di hinek rewşan de dibe ku bikuj bin.

Berpirsên Churchillê zêrevan erkdar kirine, sibehê demjimêr 6 radibin, parastina wan xwendekar û karkeran dikin ku diçin dibistan û kargehên xwe.

Rêveberê rêxistina parastina hirçên cemserî ya navdewletî Geoff York got "Ev bo her hirçekê eşkere dike ku tê nav xelkê yan kampê. Destpêkê eşekere dike. 24 demjimêr kar dike, di tariyê de tiştan dibîne ku xelk nikarin, di nav berf, baran û mijê de bibînin."

Li gor malpera Panda ya Çavdêrîkirina hirçan, di cîhanê de nêzîkî 25 hezar hirçên befrê hene. Bi tenê li Kanadayê nêzîkî 16 hezar hirçên befrê hene.

Hirçên nêr giraniya wan dû car bi qasî ya hirçên nêr in. Li navçeyên qeşayê dijîn, temenê wan di navbera 20 heta 30 sal de ye.

Guherîna keşûhewayê bandor li ser ji sedî 85ê hirçên berfê kiriye. Guherîna keşûhewyê 3 car bileztir li navçeyên din  ên cîhanê bandor li ser cemserên Bakur dike, di dawiyê de herçend e hirçên berfê hez dikin her çar demsalan bibînin, lê dirêjbûna demsala germayê wiha li wan kiriye wê jîngehê ji dest bidin ku ji bo xwe weke  guncav dizanin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst